Hikûmeta Almanyayê: Serbazên me li Iraq û Herêma Kurdistanê dimînin

Almanya erkê serbazên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê heta saleke din dirêj dike.

Hewlêr (K24) – Almanya erkê serbazên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê heta saleke din dirêj dike.

Hikûmeta Almanyayê ragihand, erkê artêşa welatê xwe li Iraqê salekê dirêj dikin û heta 31ê Cotmeha 2024an berdewam dibe.

Herwiha eşkere kir, ji bo seqamgîriya Iraqê bo demeke dirêj û rêgirtina li serîhildana DAIŞê, 500 serbazên Almanî li Iraqê dê bêne bicihkirin, lê belê biryara Hikûmeta Almanyayê pêwîstî bi pesendkirina parlamentoya wî welatî heye.

Hikûmeta Almanyayê eşkere kir, lêçûna bicihkirin wan serbazan, 98.3 milyon dolar dibe.

Niha 3 hezar û 500 serbazên Almanî, li welatên Iraq, Sûriye, Efxanistan û Maliyê, erkên serbazî yên cuda encam didin.

Bi pêşkêşkirina çekên dije mûşekî ji hêzên Pêşmerge re, Almanyayê alîkariyeke mezin pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir û sînorek ji bo êrîşên xwekujiyê yên DAIŞê danî.