Amerîka: Em ji Hewlêr û Bexdayê daxwaz dikin nakokiyên xwe yên li ser budceyê çareser bikin
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ji hikûmeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, nakokiyên xwe yên li ser budceyê çareser bikin.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ji hikûmeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, nakokiyên xwe yên li ser budceyê çareser bikin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû gelên Iraqê de be.
Îro Çarşemê 13ê Îlona 2023an, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de ragihand, her wek di civîna Lijneya Bilind a Amerîka û Iraqê de di meha Sibata îsal de me tekez kiriye, em ji hikûmeta Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku nakokiyên xwe yên li ser budceyê çareser bikin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû gelên Iraqê de be, weke ku di Destûra Iraqê de hatiye daxwazkirin.
Sibe Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyên li gel hikûmeta Iraqê, serdana Bexdayê dikin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina kêşeyên ligel hikûmeta Iraqê, sibe serdana Bexdayê dikin.
Pêşewa Hewramanî da zanîn, Herêma Kurdistanê armanca wê ew e ku ligel Hikûmeta Federal bigihe wê encamê ku xelkê Herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên Iraqê, mafên xwe yên darayî û di nav de mûçe werbigire.
Got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftinên ligel Hikûmeta Federal e, serdana Serokwezîr, Cîgirê wî û tîma hikûmetê, nîşandana niyaza Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo gihiştina encaman û çareserkirina pirsgirêkan bi riya cîbicîkirina rêkeftinan û bi taybet yasaya budceyê.