Artêşa Iraqê ji taxên Kurdan ên Kerkûkê vekişiya
Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, ew hêzên Iraqî ku ji destpêka vê mehê ve li taxên Kurdan ên bajarê Kerkûkê hatibûn belavkirin, vê êvarê dest bi vekişînê kirin.
Kerkûk (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Kerkûkê ragihand, ew hêzên Iraqî ku ji destpêka vê mehê ve li taxên Kurdan ên bajarê Kerkûkê hatibûn belavkirin, vê êvarê dest bi vekişînê kirin.
Di dawiya meha borî û destpêka vê mehê de, hejmarek Tirkmen û Erebên hawirde li dijî vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Kerkûkê, rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê pênc roj girtin.
Li hember vê yekê, Kurdên Kerkûkê wek hewlek ji bo vekirina wê rêyê, xwepêşandan saz kirin, lê belê ji aliyê xwepêşanderên Ereb û hêzên artêşê ve destdirêja gulleyan li wan hat kirin û di encamê de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn û 16 kes jî birîndar bûn.
Piştî wan bûyeran jî hejmareke mezin a hêzên Iraqî li taxên Kurdan hatin belavkirin û rewşeke leşkerî li wan taxan derxistin holê.