Firokeyên Tirkiyê sînorê nahiya Çemankê bombebaran kirin
Hewlêr (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, beriya demeke kin, firokeyên şer ên Tirkiyê du caran nêzîkî Geliyê Kanî Mazê yê li sînorê nahiya Çemankê bomberan kirin.
Li gor zanyariyan, hêj ziyanên ji ber bombebaranê nayên zanîn.
Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi operasyoneke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew operasyon heta niha jî berdewam dike.