Li Herêma Kurdistanê 11 projeyên din ên stratejîk ên avê têne cîbicîkirin
Rojane 2 milyon û 784 hezar û 606 metre sêca ava paqij ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin, ku lêçûna wê salane 552 milyar dînar e.
Hewlêr (K24) – Rojane 2 milyon û 784 hezar û 606 metre sêca ava paqij ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê tê dabînkirin, ku lêçûna wê salane 552 milyar dînar e. Tevî wê jî, hikûmet bi temamkirina projeyên ava ser erdê mijûl e, ku bi rêya komkirin û parzûnkirin û şandinê ve, ava paqij ji bo nişteciyên Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Niha 81 projeyên veberahênanê yên avê, rojane li ser rûbaran kar dikin û biryar e, 11 projeyên din ên stratejîk ên avê, di demeke nêz de werin cîbicîkirin, ev jî kêşeya kêmaviyê bi rêjeyeke mezin çareser dike.
Rêveberê Giştî yê Av û Avrê yê Herêma Kurdistanê Arî Ehmed ragihand: “Ji bo çareserkirina kêşeya kêmaviyê, 11 projeyên stratejîk di plana Rêveberiya Giştî ya Av û Avrê û Wezareta Şarevaniyê ya Herêma Kurdistanê de têne cîbicîkirin. Niha %50 veberhênana avê bi rêya bîran ve, %50 jî bi rêya projeyên ava ser erdê ye, bi temambûna 11 projeyên avê, %80-82 dabînkirina avê bi ava ser erdê dibe, ku ava bin erdê tê parastin û bîr têne girtin, di heman demê de av hêsantir digihe welatiyan.”
Li gor pîvana navdewletî, bikaranîna avê ji bo her takekesî di rojekê de 250 lître ye, lê belê li Herêma Kurdistanê bikaranîna avê ji bo her takekesekî 500 lître ye, bi vê yekê jî welatî zêdetir ji asta diyarkirî ya navdewletî avê bi kar tînin.
Arî Ehmed li ser parastina samana avê dibêje: “Hişyariya bikaranîna avê gelek girîng e, pir caran welatî aveke zêdetir ji pêwîstiya xwe bi kar tînin, herwiha bikaranîna nedirust a amûrên li malê, dibe sedema çûna zêdetir a avê.”
Salane ji ber ji ber berfirehbûna liv û tevgera şaristanî û germbûna bajarên Herêma Kurdistanê, pêwîstî ji bo bikaranîna avê zêde dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî rêkxistina warê bikaranîna avê, dabînkirina ava vexwarinê ji bo welatiyan wek erkê xwe yê pêşîn dibîne û di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji bi bersivdana daxwazên nû, berdewam dibe.
Jêder: Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê