Li dijî zêdekirina nirxê sotemeniyê li Qamişlo, Dêrik û Kobanê grev heye

Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Dêrik û Kobanê li dijî bilindkirina nirxê mazotê dikan hatine girtin û çalakvanên Qamişlo banga greveke aştiyane li pêş şaredariya Qamişlo dikin.

Nûçeya zêdekirina nirxê mazotê li Rojavayê Kurdistanê, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh a hemû çînên civakê, ku nirx bi rêjeya ji %250 - %425 hatiye bilindkirin.

Di vê çarçoveyê de jî, li bajarê Kobanê li dijî zêdekirina nirxê sotemeniyê, welatî derketin xwepêşandanê û bazirganan jî dikanên xwe girtine.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên Qamişlo li tora civakî banga greveke aştiyane li pêş Şarederiya Qamişlo di demjimêr 12:00 de dikin.

Çalakvan dibêjin, ew daxwaza hilweşandina biryarê dikin, ne sererastkirina biryarê, herwiha banga destjikarkişandina Wezîrê Aboriyê dikin.

Herwiha li bajarê Dêrikê jî, li dijî zêdekirina nirxê sotemeniyê, bazar û dikan hatine girtin.

Buhayê lîtreyeke mazotê ya ku ji bo wesayîtên ku bi kartên taybet tê firotan ji 545 lîreyên Sûrî bo 2300 lîreyan hat bilindkirin ku her deh rojan carekê mafê her wesayitekê 50 lîtreyê dagire. Di heman demê de nirxê mazota li bazara reş ji 1700 lîreyê, derket 4600 lîreyên Sûrî.

Piştî ku ev bihabûn hat cîbicîkirin, duhî jî xelkê bajarokê Girkê Legê li dijî vê biryarê dest bi greveke giştî kirin û dikanên bajêr jî hatin girtin.

Kobanê
Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê
Bajarê Kobanê
Bajarê Dêrikê
Bajarê Dêrikê
Bajarê Dêrikê
Bajarê Dêrikê