Hevpeymaniyeke nû li siyaseta Tirkiyê zêde bû

Karamollaoglu û Davutuglu
Karamollaoglu û Davutuglu

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Saadetê û Partiya Siberojê rêkeftin ku di hilbijartinên şaredariyan de hevkariyê bikin.

Serok û berpirsên her du partiyan li otelekê Enqereyê civiyan û ji bo hilbijartinên şaredariyan ku biryar e di Adara 2024an de birêve biçin, hevkariya xwe ragihandin.

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu diyar kir ku, ew ê tenê wekî du partiyan hevkariyê nekin û dê digel partiyên din jî di nava hemahengiyê de bin.

Serokê Partiya Siberojê Ehmed Davutoglu jî bal kişand li ser hêvîşikestina dengdêrên opozîsyonê û got, ew ê hem bibin hêviya dengê dengdêrên opozîsyonê û hem jî dê piştgiriya dengdêrên ku ji deshilatê nerazî ne werbigrin.

Partiya Saadetê îslamî ye û Partiya Davutoglu jî parêzgar û rastgir e.  Ev her du partî di hilbijartina borî de hevpeymanên CHPa kemalîst û sekûler û Iyî-Partiya nîjadperest bûn û niha hewl didin rêyeke nû di siyaseta Tirkiyê ya xetimî de vekin û bibin bedîla dengdêrên AK-Partiyê yên ji ber pirsgirêkên aboriyê ne razî ne.