Kompaniyên Hindistanê dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin

Hewlêr (K24) – Cîgirê Rêveberê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hindistanê Mayang Şarma ragihand, Hindistanê li bendê ye di warê bazirganiyê de hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, çendîn kompaniyên mezin ên Hindistanê dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.

Mayang Şarma ji Kurdistan24ê re ragihand: “Şand û nûnerên çendîn kompaniyên me hene di warên cuda cuda de, wek veberhênana birinc, çay, beharat, garis û biskiwît. Armanca van şand û nûneran, pêkanîna derfetên bazirganiyê ye li Iraqê û bi taybetî ligel kompaniyên Kurdistanê, lewra şiyana mezin a Herêma Kurdistanê heye û divê sûd jê were wergirtin.”

Herwiha diyar kir: “Hindistan dixwaze di çendîn warên cuda de hevkariya kompaniyên Kurdî bike, ji bilî warê sektora çandiniyê, wek nimûne; teknolojiya zanyarî, dermansazî, avahîsazî û perwerdehiyê. Çendîn kompaniyên mezin li Hindistanê hene û xwazyar in li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin, lewra derfetên mezin hatine pêkanîn.”