Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya “Geşedan” radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro duşemê 25ê Îlonê di demjimêr 10:00ê sibeha de, projeya “Geşedan” tê ragihandin.

Li gor malpera fermî ya projeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê heta 150 milyon dînarê iraqî qerz (deyn) bide kompaniyên biçûk û navîn ên ku li Herêma Kurdistanê hatine avakirin, bi risûmat rêjeya ji sedî 2 û bêyî ku pêwîstî bi ti garantî ji bo deynan hebe.

Amaje bi wê da, qerz ji aliyê Banka Cîhanê ya ku hevkareke projeyê ye bên dayîn.

Derbarê “Gaşedan” de, malper diyar dike ku karsazên beşdar dê sûdê ji wergirtina şîretên taybet ji pisporên xwecihî û biyanî yên (Top Mountain) werbigirin, ji bo birêvebirina karûbarên bazirganiyê. Di heman demê de dê hevkar be ji bo vekirina hesabên bankî yên bazirganî bibînin.

Pîvanên ji bo wergirtina qerzan:

- Divê welatiyê Kurdistanê be û temenê wî di navbera 21 û 60 salî de be.

- Nabe karmendê ti dezgeheke Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

- Divê karsazî di dema pêşkêşkirina serîlêdan xwe, herî kêm 12 mehan di kar de be.

- Divê karsazî li Herêma Kurdistanê be.

- Divê karê wî ji 100 karkeran kêmtir be.

- Divê karê wî li cem Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompanyayan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tomarkirî be û xwediyê jimareya kesane ya (UPN) û hejmara karsaziyê (UEN) be.

- Ger karsaziya wî ya çandiniyê li Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Komanyayan nehatibe qeydkirin, pêwîst e hejmara Kesane ya (UPN) bistîne ji bo pêşkêşkirina daxwaza xwe.

- Hûn dikarin tenê carekê daxwaza xwe pêşkêş bikin.

 

Fly Erbil Advertisment