Zêdetir ji 11 kîlo madeyên hişbir 5 tometbaran li Hewlêr û Silêmaniyê hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir girtina 5 tohmetbaran û desteserkirina zêdetir ji 11 kîlo madeyên hişbir li Hewlêr, Silêmanî û Qeladizê ragihand.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir îro Sêşemê ragihand, wan li Hewlêrê 11 kîlo û 650 gram madeyên hişber ên krîstal desteser kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî, bi hevahengiya Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir a Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê û Rêveberiya Asayîşa Raperînê, li bajarên Silêmanî û Qeladizê 5 gumanbar bi heman cure madeyên hişber hatin girtin.

Da zanîn jî, derbarê gumanbaran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di çarçoveya Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de dê werin darizandin.