Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im salvegera jidayikbûna Pêxemberê Îslamê bibe sedema girîngîdana bi nirx û rewiştên bilind û pêkvejiyanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (silavên Xwedê lê bin) peyameke pîrozbayî belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silava Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahî arasteyî hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê dikim.”
Herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat, “Hêvîdar im ev bîranîna pîroz, bibe sedema girîngîdana bi nirx û rewiştên bilind ên olî û pêşketina pêkvejiyana aştiyane, tebayî û xweşewîstiyê di navbera gel û olên cuda de.”