“Wek rêzgirtin bo qurbaniyên Hemdaniyê li Herêma Kurdistanê 3 roj wek şîna giştî tê ragihandin”
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da, li Herêma Kurdistanê 3 roj şîna giştî bê ragihandin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîrê Mesrûr Barzanî ferman da, wek hevxemî û rêzgirtin li giyanê qurbaniyên bûyera Hemdaniyê, 3 roj şîna giştî li Herêma Kurdistanê bê ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi belavbûna nûçeyên vê bûyerê re, Serokwezîr ferman da tîmên tendirustî û hawarhatinê ku bi hawara qurbaniyan biçin û deriyên nexweşxaneyên Kurdistanê ji bo çareseriya pêwîst ji birîndaran re vekin.”
Şeva borî di şewata hola şahiyan ya li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê de, zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bizîjkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.