Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Îlona 2023an serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê yên li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û careke din piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî û dermankirina birîndaran dubare kir.
Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku 3 roj wek şîna giştî li Herêma Kurdistanê bê ragihandin.
