Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lubnanê hişyariyê dide welatiyên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lubnanê hişyarî da welatiyên xwe yên li Lubnanê û got, ji ber şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û komên Filistînî de, rewşa li Îsraîlê “nayê pêşbînîkirî”.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lubnanê li ser hesabê xwe yê Platforma “X” got, divê welatiyên Amerîkayê yên li seranserê herêmê hişyar bin.

Ajansa “ABC News” a Amerîkî ragihand, di şer û pevçûnên li Îsraîlê de, herî kêm 4 welatiyên Amerîkî hatine kuştin.

Da zanîn jî, rêveberiya Amerîka hîna vekolînê li ser raportên nepiştrastkirî dike ku tê gotin hejmarek ji welatîyên Amerîkî ji aliyê çekdarên Hamasê ve dîl hatine girtin.

Çekdarên Tevgera Hemasê roja 7ê Cotmehê ji nişka ve êrîşeke berfireh bir ser Îsraîlê û di encamê de hejmarek mezin ji Îsraîliyan hatin kuştin û revandin.

hejmara Îsraîliyên ku di du rojên borî de ji aliyê komên Filistînî ve hatine kuştin, 700 kes derbas kiriye û nêzîkî 2200 kes jî birîndar bûne. Herwiha nêzîkî 15 kesî dîl hatine girtin.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand, di bombebaranên Îsraîlê de 470 kesan li karta Xezzeyê canê xwe jidest dane û zêdeyî 2100 kes jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment