Netanyahu: Her ciyekî Hemas lê be em dê wêran bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Israîlê îşev di gotarekê de daxwaz ji partên opozisyonê yên welatê xwe kir, hikûmeteke hewarhatinê ya bilez pêk bînin. Herwesa got: “Her ciyekî Hemas lê be, em dê wêran bikin”.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu herwesa ragehand, hindek çekdar di nav axa Israîlê de mane, em dê wan jî bidawî bînin.
Herwesa got: Ez spasiya piştevaniyên Serokê Amerîkayê Joe Biden dikim, Keştiyên Amerîkayê ji bo piştevaniya me hatine deverê.
Amaje bi wê yekê jî kir, rojên giran li pêşiya me ne û em li ser serkeftinê rijd in û her ciyekî Hemas lê be, em dê wêran bikin.
Serokwezîrê Israîlê got jî: “Em dê her tiştekî ji bo revandî û bêserûşûnan bikin”.
Roja Şemiyê (7ê Cotmeha 2023ê) balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê, zêdetirî pênc hezar moşekan arasteyî deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin kirin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî.
Li gor amarên medyayên Israîlê (heta seet 9:20 ê îşev) zêdetir ji 900 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî hezar kesên din jî birîndar bûne, li beranberî wê jî li dû amarên Saxlemiya Xezzeyê, 560 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî du hezar û 500 kesên din jî di encama bordumana Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de birîndar bûne.