Li Çêwlikê jî her cure çalakî û xwenîşandan hatin qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Dêrsimê li Çêwlikê jî her cure çalakî û xwenîşandan bo heyama sê rojan hatin qedexekirin.
Parêzgeha Çewlikê li ser egera çakakiyên ji bo banegeşekirina bo PKKê, îro di daxuyaniyekê de her cure çalakî û xwenîşandan qedexe kirin.
Li gorî daxuyaniyê, dema qedexeyê ji îro 12ê Cotmeha 2023an ve destpê dike û sê rojan berdewam dibe.
Duh jî Parêzgeha Dêrsimê ji ber heman hincetê, heta çar rojan her cure çalakî û xwenîşandan qedexe kiribûn.
Çend roj in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi pêşengtiya Partiya Çep a Kesk û HDPê li dijî operasyonên asmanî yên Tirkiyeyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, xwenîşandan û civînên rojnamevanî tên kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî çalakiyan asteng dikin û berî sê rojan li Diyarbekirê 104 kes di xwenîşandanekê de hatibûn binçavkirin.