Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwazeke xwendekaran bi cî tîne

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çêkirina pireke bilind a derbazbûnê li beranberî mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn li bajarê Hewlêrê razî bû. Ew yek ji daxwazên xwendekarên wê mala xwendekaran bû ji bo ku bi silametî li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê derbaz bibin.

Îro roja Pêncşemê, 12ê Cotmeha 2023ê, parêzgeha Hewlêrê ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “li ser razîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û pêxemetî silametiya hatin û çûna welatiyan û xwendekaran, li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê, li beranberî mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn, gojimê pêdivî ji bo çêkirina pireke bilind a derbazbûna peyayan hat terxankirin”.

Di wê ragehadina parêzgeha Hewlêrê de amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, niha ji aliyê tîmên ezndazeya hatin û çûnê ya Hewlêrê ve, ji bilî destnîşankirina cihê wê pirê û çêkirina nexşe û dîzaynên wê bi rengekî pêşkeftî û serdemane, ku tê de kesên xwedî pêdiviyên taybet jî li ber çavan hatine wrgirtin, hemî amadekarî bidawî hatine û li van nêzîkan dê dest bi danana wê bê kirin.

Piştî ku xwendekarên mala xwendekaran a Şehîd Şewket Şêx Yezdîn bi rêya parêzgerê Hewlêrê Umêd Xuşnaw         daxwaza xwe gehand Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çêkirina pireke bilind a derbazbûnê li bernaberî wê mala xwendekaran, ji bo ku bi silametî li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê derbaz bibin, her îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaza wan xwendekaran bi cî anî û li ser çêkirina wê pirê razî bû.

Fly Erbil Advertisment