Mesrûr Barzanî kargehek ji bo bikaranîna qîra kevin li Hewlêrê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Cotmehê, kargeheke dubare bikaranîna qîra kevin li Hewlêrê vekir, ku li gorî pîver û standartên pêşketî û serdemyane û jînegehparêz hatiye dirustkirin û yekem projeya bi vî rengî ye li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de ragihand, ev proje yek ji wan pirojeyan e ku di çarçoveya bernameyên hikûmetê yên ji bo parastina jîngeh û çaksaziya aborî de hatiye kirin.

Herwiha got, ev pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastina jîngehê ye, ji ber ku heta niha ew qîra kevin ya hilkirî bi jîngehê re têkel dibû û qirêj dikir, lê ji îro û pê de divê qîra hilkirî were komkirin û bi jîngehê re neyê tevlihevkirin, belkû bi riya projeyên bi vî awayî, li hemû karkegên hikûmî û taybet, dubare were bikaranîn û jîngehê qirêj neke, bêguman dê ji aliyê aborî ve jî sûda wê hebe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, ev destpêk e, da ku em kargehên bi vî rengî li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê ava bikin. Em ji sektora taybet daxwaz dikin ku projeyên bi vî rengî dirust bikin, da ku em bikarin zêdetir ji sûdê ji keresteyên berê hatine avêtin werbigirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernameyeke wê heye ku di hemû waran de, kultura jîngehparêzî bipêş bixe.