Mana hêzên Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê ji bo 2 salên din hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyê moleta mana hêzên Tirkiyeyê li Sûriyê û Iraqê bo 2 salên din, pesend kir.

Parlamentoya Tirkiyê îro li ser pêşniyara Serokomarê Tirkiyê ya ji bo mayîna hêzên xwe li Iraq û Sûriyê bo 2 salên din civiya. Di encamê de, Parlamentoya Tirkiyeyê, bi 357 dengên “belê” mana leşkerên Tirkiyeyê li Îraq û Sûriyê bo heyama du salan pesend kir.

Li gorî biryanameyê, mana hêzên Tirkiyê li Sûriye û Iraqê ji 30ê Cotmeha 2023an heta 30ê Cotmeha 2025an bê dirêjkirin.

Di biryarnameyê de tê gotin, li Îraq û Sûriyê ji ber hebûna PKK û YPGê, gefên li ser ewlekariya Tirkiyeyê didomin û ji ber vê yekê jî mana leşkeran li wan herdu welatan wek pêwîstî tê dîtin

Li gorî helwesta partiyên siyasî yên li parlamentoyê, pêşbînî dihat kirin ku ew pêşniyar bê pesendkirin, ji ber ku ji bilî Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), hemû aliyên din piştgiriya xwe ji bo wê pêşniyarê nîşan dabûn.

Parlamenterê HEDEPê Mihemed Kamaç di vê derbarê da xuyakirin, şandina serbazên Tirkiyê bo Sûriye û Îraqê aloziyan zêdetir dike, ji ber vê ew wekî parlamenterên HEDEPê ew ê dengê nexêr bidin vê projeyasayê.

Mihemed Kamaç tekez kir jî, pirsa Kurdî bi rêbazên leşkerî çareser nabe.

Pêştir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotibû, zêdetirî 800 gundên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, wêran bûne û destê avedaniyê negihîşt wan gundan.