Mesrûr Barzanî: Kurdistaneke bihêz pêwîstiya wê bi geşepêdana aborî ya zêdetir heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ji bo Kurdistaneke bihêz, pêwîstî bi geşepêdana aborî ya zêdetir heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 17ê Cotmehê li ser hejmara xwe ya tora“X” nivîsî: “Em dizanin ku Kurdistaneke bihêz, pêwîstiya wê bi geşepêdana aborî ya zêdetir heye, bi taybetî:

- sîstemeke bankî ya nûjen

- Pîşesaziya nû

- Kêmkirina Rûtînê

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Îro me li ser awayên gihîştina bi van armancan gotûbêj kirin.”

Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 17ê Cotmehê Encûmena Bilind a Veberhênanê civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê zêdetir pêşxistina veberhênanê, pêşxistin û kişandina projeyên veberhênanê û nehiştina astengiyên li pêşiya piroseya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo rakirina hemû astengiyên yasayî û burokratîk ên li pêş proseya veberhênanê. Di vî warî de gelek xebat hatine kirin, lê karên zêdetir jî dikin, ji bo hêsantir ji bo veberhêneran bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: Pêwîstiya veberhênan bi sîstemeke bankî ya bikêr û pêbawer heye, lewra me proseya çaksaziyê di sîstema bankî û dîjîtalkirina xizmetên bankî de dest pê kiriye, ji bo Herêma Kurdistanê ji bazareke bi pereyên kaş veguhere bo bazareke xwedî sîstemeke bankî ya pêbawer û di dawiyê de jî aboriya Herêmê zêdetir bê vejandin.

Di dawiya civînê de û piştî guftûgoyan, çendîn biryar ji bo nehîştina kêşe û astengiyên li pêşiya proseya veberhênanê li Herêma Kurdistanê hatin standin.