Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser nexweşxaneyeke Xezzeyê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser nexweşxaneyeke Xezzayê belav kir ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 17ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê êrîşa îro ya li ser nexweşxaneya Memedanî ya Xezayê şermezar dike ku tê de zêdetirî 500 kes bûne qurbanî ku piraniya wan jin û zarok in.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em careke din tekez dikin ku şer û êrîşên leşkerî ne çareseriya pirsgirêkan e û bang li civaka navdewletî dikin ku hewlên xwe ji bo parastina sivîlên bêguneh ji metrisiyan xurtir bikin.”

Ev daxuyanî piştî wê tê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê îro ragihand, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Muemedanî ya Xezzeyê de, herî kêm 500 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Di yekemîn helwestên navdewletî ya li ser bombebarana Îsraîlê li ser nexweşxaneya Xezzeyê de, Neteweyên Yekgirtî destnîşan kir ku nexweşxane ne armanc in.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt jî bombebarankirina nexweşxaneya li Xezeyê şermezar kir û bang li welatên Rojava kir ku demildest vê trajediyê rawestînin.

Herwiha Misirê jî bi tundî bombebarana Îsraîlê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku bilez destêwerdanê bike û binpêkirinan rawestîne.