Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma xuleya derçûna Polîsên Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûna Polîsên Hewlêrê ya taybet tê lidarxistin.

Ev xule roja 9/7/2023an bi bin navê (Xuleya Şehîd Serkawt Azad) ji bo perwerdeya serdegirtin, dorpêçkirin û azadkirina dîlan, ji bo 80 beşdaran hate vekirin.

Mebest ji vê xuleyê rêkxistin û perwerdekirina Liqê Erkên Taybet a Rêveberiya Polîsên Hewlêrê ye ku 14 hefteyan dirêj kir.

Koleja Polîsên Hewlêrê ji sala 2004an ve hatiye damezrandin û beşek ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ye. Armanca wê perwerdekirina polîs û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ye.

EV kolêj ji hejmarek dibistanên perwerdehiyê pêk tê, di nav de Dibistana Bilind a Polîsan, Dibistana Teknîkî, Dibistana Zimanê Îngilîzî, Dibistana Bijîjkî û Navenda Perwerdehiya Hêzên Taybet.

Bernameyên rahênanê li kolêjê, mijarên wekî lêpirsîna tawankaran, rêveberiya qeyranan, ewlehiya navxwe, lêkolînên stratejîk, plansaziya ewlehiyê, taktîkên ewlehiyê, bijîşkiya dadwerî, û yasaya mirovahî ya navdewletî pêk tê.