Ji ber gotina stranên Kurdî, 23 kes li Eskîşehîrê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyeyê zêdeyî 20 kes ji ber ku stranên Kurdî gotine hatin binçavkirin.

Li herêma Kirac a parêzgeha Eskîşehîrê şeva borî hêzên ewlehiyê êrişî ser şehiyeke Kurdan kirin û 23 kes binçav kirin ku di ava wan de 2 hunermend hene.

Hat zanîn ku ew du hunermend û kesên din bi tohmeta ku stranên Kurdî gotine û propagandaya PKKê kirine, hatin binçav kirin.

Kesên hatin binçavkirin ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Eskîşehîrê hatine birin.