Rêbaz Hemlan: Bexda di nîveka vê heftiyê de 700 milyar dînar dişîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, hikûmeta ferderalî di nîvê vê hefteyê de dê 700 milyar dînar ên din bixe ser hesabê bankê yê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan îro 21ê Cotmehê ji K24ê re ragihand: “Wezareta Darayî ya Iraqê, mehane mûçeyên karmendên Iraqê piştî 20ê vê mehê dabeş bike. Bi baweriya min di nîveka vê hefteyê de jî, dê 700 milyar dînarên mayî jî ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.” 

Ev yek di demekê de ye, roja 17ê Cotmeha 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kiribû û ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê civiyabû.

Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab jî ragihand, “Di civînê de me hemû agahî û daneyên xwe pêşkêş kirin û têgihîştinek baş hebû ku çawa pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bikin û ji xerciya rastîn û mijarên siyasî cuda bikin.

Pêştir jî, Encûmena Wezîran a Iraqê biryar dabû, mehane 700 milyar dînar wek qerz ji bo 3 mehan ji bo mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê şandin.