Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û li wê derê danûstandin li ser rewşa giştî ya Soranê kirin.

Îro roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û bi serperiştyarê wê îdareyê, Helgord Necîb, re li ser rewşa giştî ya sinorê Soranê danûstandin kirin.

Li destpêkê serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê kurtiyek li ser kar û pirojeyên sinorê Soranê di hemî waran de pêşkêş kir.

Paşî zêdebarî destxweşiyê li wan kar û xizmetên li sinorê wê deverê hatine kirin û tên kirin, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser giringîdana bi pirojeyên jêrxaneyê bi rengekî giştî kir. Herwesa wî fer dît ku giringiyeke taybet bi warê geştiyariyê jî bê dan û derfetên weberhênanê ji bo kertê taybet li deverê bên peydakirin, ji bo ku bikarin bi rengekî çalak tevlî pêşxistina kertê geştiyariyê û kertên din bibin.

Di wê kombûnê de ku qaymeqamên sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê amade bûbûn, behsa rewşa sinoran û pêdivîtiyên deverê bi rengekî giştî hat kirin.

Fly Erbil Advertisment