Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Xedê ya Sûrî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêşwazîkirina Serokê Tevgera Xedê ya sûrî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiya çareserkirina kêşeyên Sûriyeyê, bi rêya danûstandinan û parastina mafên gelê Kurd û pêkhatên cuda cuda yên Sûriyeyê, tekez kir.
Îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Serokê Tevgera Xedê ya Sûrî, Ehmed Elcerba, kir.
Li gor ragehandina Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de dawî guhertin û pêşveçûnên Sûriyeyê û deverê hatin behskirin.
Herwesa di wê hevdîtinê de, tekez li ser giringiya kêşeyên Sûriyeyê bi rêya danûstandinan û bi rengekî aştiyane û parastina mafên gelê Kurd û pêkhatên cuda cuda yên Sûriyeyê û pêdivîtiya tebayî û aştiya navbera gelan û taybet gelê kurd û eşîretên Ereban hat kirin.