Artêşa Iraqê 20 cotkarên Kurd li gundekî Kerkûkê binçav kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê bi ser gundê Şenaxe yê li navçeya Sargaranê ya li Kerkûkê de girt û 20 cotkar binçav kirin.
Birayê yek ji wan cotkarên ku ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye binçavkirin ji K24ê re got, artêşa Iraqê gundê wan dorpêç kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku dest ji çandiniyê berdin û zeviyên xwe bikar neynin.
Herwiha aşkere kir jî, piştî ku cotkaran daxwaza wan red kirin, hêzên artêşa Îraqê zêdetir ji 20 cotkarên gund binçav kirin.
Li gor zanyariyên K24ê, di nav binçavkiriyan de Nûnerê Cotkaran Mihemed Îsmaîl jî heye. Herwiha ew 20 cotkar ji bo baregeha firqeya heştê ya lîwaya 32 hatine birin.
Cotkarên gundê Şenaxe bi riya K24ê bang li nûnerên xwe yên li parlamentoya Iraqê kirin ku alîkariya wan bikin û dawî li zilma li wan tê kirin bînin.
Roja 10ê vê mehê jî, cotkarên Kurd û Tirkmenan ên Topzawayê di konferanseke rojnamevanî de gotin: “Kesên li Kerkûkê desthilatdar in, alîkariya wan kesên ku dixwazin axa me dagir bikin, dikin.”
Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên Kurd ên Kerkûkê ji wan standin û dan Ereban. Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên Kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din Erebên Hawerde bi alîkariya hêzên Iraqî hewl didin dest deynin ser zeviyên Kurdan.