Şîmşek: Li çiyayê Gabarê rojane 25 hezar bermîl petrol tê derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek da zanîn, petrola ji çiyayê Gabarê tê derxistin, rojane bûye 25 hezar bermîl.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Gulana borî de ji ragihandibû ku li çiyayê Gabarê petrol hatiye dîtin û wê demê diyar kir ku dê ji Gabarê rojane 100 hezar bermîl neft were derxistin.
Derbarê vê mijarê de Wezîrê Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ji hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, xebatên derxistina petrola Gabarê berdewam in û gihiştine wê astê ku rojane 25 hezar bermîl petrol tê derxistin.
Her wiha Şîmşek da zanîn, dê di 2024an de petrola Gabarê %10ê pêdiviya Tirkiyeyê ya petrolê dabîn bike û di 2026ê de jî dê %18ê pêdiviya petrolê ya Tirkiyeyê dabîn bike.