Sûdanî: Dubare hinardekirina petrola Kurdistanê girêdayî rêkeftina di navbera kompaniyan û Bexdayê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê radigihîne, bila kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe yên derbarê kirê û mafên xwe çareser bikin û piştre dikarin dest bi berhemanîn û hinardekirina petrolê bikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî îro di konferanseke rojnamevanî de got, hikûmeta Iraqê dê bi şandina 700 milyar dînar bo 3 mehan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam be, da ku mûçeyên karmendan bide, heta pirsgirêkên darayî yên di navbera herdu aliyan de tên yekalîkirin.

Sûdanî her wiha got, piştre li gorî diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ji xerciyên taybet di bûdceya giştî de, dê mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin şandin.

Serokwezîrê Iraqê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê amadeyiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya bendera Tirkiyeyê nîşan dane.

Got jî, kompanyayên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin bi hikûmeta federal re li ser girêbest û mafê wan gotûbêjan dikin. Mafên wan li gorî lêçûna rastîn a hilberîna petrolê hevnagirin. Eger ev pirsgirêk bên çareserkirin, wan kompanya agahdar kirine ku dikarin di nava 30 rojan de petrolê hilberînin û piştre jî hinarde bikin.

Xeta boriya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku petrola Kurdistanê bi rêya wê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê tê hinardekirin, ji 25ê Adarê ve li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye rawestandin.

Her çend e gelek caran berpirsên her du hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ragihandine, lê heta niha petrola Herêma Kurdistanê nehatiye henardekirin.