Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî hat vekirin

Dîmenekê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî
Dîmenekê Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî

Navenda Nûçeyan (K24) Îro li gundê Birîfka yê devera Berwarî Bala li parêzgeha Dihokê, Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî hat vekirin.

Îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna Parêzgerê Dihokê Elî Teter û hejmareke mezin ya xelkê deverên cuda yên Kurdistanê, Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî hat vekirin û dê ji bod ema sê rojan berdewam be.

Wekî ku pêştir berdevkê wê festîvalê Fehmî Balayî ragehandibû, cotyarên wê deverê û yên deverên din ên Herêma Kurdistanê û hindek ji parên din ên Kurdistanê jî tevlî wê festîvalê bûne.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di nav wê festîvalê de ji K24ê re got ku ew ji ber pûtedan û giringîdana cenabê Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pûte û giringiyeke zêde bi kertê çandinê û geştiyarê didin.

Wî di nav gotinên xwe de amaje da wê yekê jî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke zêde daye berhemên xwemalî û berbazarkirin û şandina wan ji bo bazarên navxwe û derveyê Kurdistanê.

Herwesa wî got: Pêngavên gelek baş hatine avêtin û berçavtirîn pêngav jî ew bû ku pitatên me yên navxweyî gelek kêm bûn, lê îro Wekîlê Wezareta Çandinê ragehand ku berhema wan bûye 700 hezar ton, û ji bo derveyê Herêma Kurdistanê jî tên şandin.

Festîvala Berwarî Bala ya Berhemên Xwemalî li jêr çavdêriya Parêzgerê Dihokê Elî Teter, wekî parek ji bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo giringîpêdana berhemên cotyaran û balkişandina weberhêneran ji bo berhemên navxwe yên cotyaran, hat vekirin.

Fly Erbil Advertisment