Al-Monitor: Dergehê dozexê li ber deverê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera Al-Monitorê ya Amerîkayî di raportekê de amaje daye êrîşên kom û milişiyatên çekdarên nêzî Îranê bo ser bingeh û hêzên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê û deverê. Wê ragehandiye ku li Îraqê jûreke girêdayî operasiyonên Hemasê bi pişkdariya sê komên çekdar ên Îraqê hatiye damezrandin. Ew yek jî xuya kiriye ku niha kilîl di destê Israîlê de ye. Ger hat û operasiyona bejahiyê li Xezzeyê hat kirin, hingê deriyê dozexê dê li ber Hizbulahê û Îraniyan û komên çekdar ên Îraqê bê vekirin.

“Çêkirina jûra operasiyonan ji bo piştevaniya Hemasê li Îraqê, haydariya serhildana dozexekê li deverê” navnîşanê raporteke malpera Al-Monitorê ya Amerîkayî ye li ser maytêkirinên rasterast ji aliyê komên çekdar ên nêzî Îranê ve di şerê Israîl-Hemasê de. Wê raportê amaje daye ku heta niha serkirdeyên komên bergiriyê li Îraqê li ser tevlîbûna rasterast di wî şerî de yekalî nebûne, herwesa li ser armanckirina bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraqê û Sûriyeyê jî dîtin û nerînên cuda hene.

Di wê raportê de hatiye ku niha komên bergiriyê hilbijartina tevlîbûna çekdarî bi Hemasê re nîne, bi rengekî parek ji wan ji êrîşa ji nişkê ve ya Hemasê nîgeran in ji ber ku bê hevahengiya wan hatiye kirin. Serkirdeyê yek ji wan koman ragehandiye, maytêkirina rasterast a serbazî di şerê Xezzeyê de ji bo wan xeta sor e, lewma ew destwerdanê nakin ger Israîl bi rêya operasiyona bejahiyê Xezzeyê dagir neke.

Al-Monitorê di raporta xwe de ron kiriye ku Îran naxwaze komên bergiriyê yên girêdayî wê tevlî şerê Hemasê bibin. Ismaîl Qaanî ku berpirsê doza Îraqê ye di civîna xwe ya bi Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî re ragehand, ew zirarên ji tevlîbûna her yek ji wan koman peyda dibin ji qazncên wê zêdetir in û dê deverê bikêşin nav şerekî vekirî û kontirolnekirî Lewma Îranê rê daye komên çekdar ên Îraqê, Libnanê, Sûriyeyê û Yemenê ku hejmareke operasiyonên sinordar li dijî Amerîkayê bikin, bi mercekî ku zirarên sinordar ji wan operasiyonan çê bibin.

Li dawiya wê raportê hatiye ku niha kilîl di destê Israîlê de ye. Ger hat û operasiyona bejahiyê li Xezzeyê hat kirin, hingê deriyê dozexê dê li ber Hizbulahê û Îraniyan û komên çekdar ên Îraqê bê vekirin

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî ji zarê berpirsên Amerîkayî veguhastiye ku Îranê rahênan bi çekdarên Hemasê û Cîhadiyên Îslamê kirine, lê çi zanyar nînin ku Îranê rahênanên bikom bi wan çekdaran kiribin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari jî ragehand ku Îranê berî şerî bi pere û çek û rahênan û teknolojiyayê rasterast arîkariya Bizava Hemasê kiriye. Herwesa wî got ku Îran heta niha jî bi dana zanyarên hewalgiriyê arîkariya Hemasê dike.