HSDê çeteyekî DAIŞê LI Reqayê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD), çeteyekî DAIŞ′ê di operasyoneke ewlehiyê de li Reqayê girt.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, Yekîneyên Antî Teror (YAT) yên ser bi HSDê ve bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke ewlehiyê li bajarê Reqayê pêk anî.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin, di operasyonê de cihê terorîstê bi navê Muhened El-Dendeh (Ebû Mihemed El-Miwehid) dorpêç kir û girt.

Da zanîn, vî terorîstî agahiyên îstîxbaratî didan şaneyên rêxistina terorîst û bi rêya wî xalên leşkerî û saziyên sivîl ên li herêmê, dihatin armanckirin.

HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja 23ê Adara 2019an bajarokê Baxozê ku dawî devera di destê DAIŞê de bû, kontrol kir. Bi wê yekê re jî HSDê ragihand ku şerê wê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke nû bû, ew jî qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 22ê vê mehê hî ragihandibû, endamekî DAIŞê ku amadekariyên êrîşên terorî dikir, li parêzgeha Hesekê girt.