Serok Barzanî sersaxiyê li malbata şehîd Cehwer Poşo Xalid dike

şehîdê şerê çiyayê Qerçoxê Muqedem Poşo Xalid dike.

Baregeha Barzanî îro 28ê Cotmehê belav kir, “Muqedem Poşo Xalid piştî birîndarbûna wî di şerê li çiyayê Qereçoxê û piştî mana çend rojan di nexweşxaneyê ji bo çareseriyê, îro pêş nîvro ji ber giraniya birînên xwe, şehîd bû.”

Diyar kir jî: “Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî bi malbata şehîd Muqedem Poşo Xalid kir û sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr bi malbatê re ragihand.

Êvara 22ê Cotmeha 2023an li Çiyayê Qereçox ji ber şaşiya hetêgihîştinê li xaleke leşkerî, şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de derket. Şer çend xulekan berdewam kir û piştre hat kontrolkirin.

Di wî şerî de hejmara Pêşmergeyên şehîd giheşte 4 kesan: Şehîd Eqîd Salih Fetah Zirarî, şehîd Eqîd Qehar Cewher, şehîd Muqedem Poşo Xalid û Pêşmerge Hawrê Reşîd.