Parêzgarê Dihokê: Divê sûd ji karên ciwan ên “Doman” bê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê di Festîvala Domên Herêma Kurdistanê û Cîhanê de ragihand, Doman (Qereçiyan) ji bo xaka Herêma Kurdistanê gelek şehîd dane. Got jî: Karsaziya wan a bêhempa heye û divê sûd ji karê wan ê ciwan bê wergirtin.

Yekemîn Festîvala Doman îro danê sibê li bajarê Dihokê bi beşdariya bi sedan Domên ji Herêma Kurdistanê û cîhanê dest pê kir. Di festîvalê de li ser dîroka Doman nîqaş tên kirin û hunerên wan ên destan jî tên pêşandan.

Parêzgarê Dihokê Elî Teter got: “Me hertim rêz li Doman girtiye. Di şerê li dijî DAIŞê û parastina xaka pîroz a Kurdistanê de, hejmarek Pêşmergeyên qehreman ji Doman bo vê xakê şehîd bûne, ji bo gelê Kurdistanê bi aramî û serbilind bijî. Di her du şoreşên Gulan û Îlonê de bi dehan Pêşmergeyên qehreman ji vê çînê bi me re bûn.”

Elî Tatar daxwaz ji Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî ya Dihokê kir ku ev festîval bibe festîvaleke salane û hewl bidin di salên bê de wê berfirehtir bikin û rol û pêgeha vê çînê di dîroka Kurdistanê de nîşan bidin.

Herwiha got: “Domên Herêma Kurdistanê û cîhanê xwedî pîşeyên ciwan in û karsaziya wan a bêhempa heye, ji ber wê pêwîst e sûd ji karê wan yê ciwan bê girtin û rê neyê dayîn ku berhemên van pîşekaran winda bibe.”

Îro û sibe li Dihokê festîvalek taybet bi Qereçiyan tê lidarxistin. Yekem armanca festîvalê ew e ku navê Qereçên Herêma Kurdistanê bibe Dom, ji ber ku ew naxwazin bi vî navî bên binavkirin.

Tê pêşbînîkirin li Herêma Kurdistanê 46 hezar welatiyên Dom hebin, herwiha li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî hene. Domên parêzgeha Duhokê li komelgeha Adar dijîn, gelek ji wan bi karên destî yên wek çêkirina firax, tîr, landikan û karên din ve mijûl in.