Bi wêne - Medyayên Israîlê amadekariyên artêşa welatê xwe ji bo êrîşa li ser Xezzeyê parve dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyayên Israîlê hejmareke wêneyên artêşa Israîlê parve kiriye, tê de amadekariyên wê artêşê ji bo êrîşa bejahiyê ji bo ser Xezzeyê nîşan didin.
Niha balafirên şerî û artêşa Israîlê bi giranî Xezzeyê bombebaran dikin.
Ji aliyekî din ve kompaniya tilefonan a Filistînê parve kiriye, piştî ku tevaya xizmetkariyên peywendiyan û internetê li Xezzeyê hatin qutkirin, îro li pareke Xezzeyê internet û mobîl dîsa xistine karî.
Li gor zanyarên Wezareta Tendirustiyêy a Filistînê, hejmara kuştiyên Xezzeyê ji heşt hezar kesan derbaz bû, zêdebarî birîndarbûna 20 kesên din.
Li aliyê Israîlê jî, heta niha 1400 kes hatine kuştin ku di nav wan de 310 serbaz in. Herwesa 230 kesên Israîlî jî hatine girtin.