WHO: Daxwaza Israîlê ji bo valakirina nexweşxaneya Qudsê em nîgeran kirine

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) nîgeraniya xwe li bernaberî daxwazeke Israîlê, ku nexweşxaneya Qudsê li Xezzeyê yekser bê valakirin, nîşan da.

Roja Yekşemê, 29ê Cotmeha 2023ê, Rêveberê Giştî yê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus ragehand, ew raportên amajeyê didin wê yekê ku haydarî ji desthilata Israîlê gehiştine Heyva Sor a Filistînî  ku yekser nexweşxaneya Qudsê vala bikin “em gelek nîgeran kirine”.

Ghebreyesus li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Raporta Heyva Sor a Filistînî li ser valakirina nexweşxaneya Qudsê em gelek nîgeran kirine”.

Herwesa wî nivîsiye: Em tekezê li ser wê yekê dikin ku mistehîl e nexweşxaneyeke tijî nexweş bê valakirin.

Her îro Heyva Sor a Filistînî ragehand, artêşa Israîlê gefan li wan dike ku yekser nexweşxaneya Qudsê vala bikin ji ber ku ew dê êrîşê bikin ser wê.

Heyva Sor herwesa amaje da wê yekê jî ku ji serê sibeha îro ve Israîl derdorên wê nexweşxaneyê bi balafiran bombebaran dike û li dûratiya 50 metran çend avahî wêran kirine.

Her li ser wê daxwaza Israîlê, Berdevkê Heyva Sor a Filistînî ji medyayên wê re gotiye ku ji ber silametiya tîmên nexweşxaneya Qudsê hest bi nîgeraniyeke zêde dikin. Wî daxwaz jî ji Civaka Navdewletî kir ku ji bo parastina can û silametiya tîmên pizişkî yên Xezzeyê dengê xwe derxin. Herwesa wî amaje da wê yekê jî ku 12 hezar aware di nav wê nexweşxaneyê de ne ku ji ber bombebaranan û heriftina malên xwe penaya xwe biriye wê derê.

Piştî ku roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî, artêşa Israîlê wekî bersivekê rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amarên medyayên Israîlê jî, heta niha zêdetirî 1400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û zêdetirî sê hezar kesên din jî birîndar bûne.

Li gor amarên Tendirustiya Xezzeyê jî, heta îro roja Yekşemê, 29ê Cotmeha 2023ê, zêdetirî heşt hezar welatiyên Filistînî hatine kuştin ku sê hezar û 342 ji wan zarok in, du hezar û 62 jin in, 460 pîr û kal in û zêdetirî 20 hezar kesên din jî birîndar bûne.