Parêzgeha Hewlêrê: Parkeke mezin dê li Hewlêrê bê çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê ragehand ku parkeke mezin dê li Hewlêrê bê çêkirin.
Îro roja Duşemê, 30ê Cotmeha 2023ê, Parêzgerê Hewlêrê di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku parkeke mezin dê bi gojimê zêdetirî yek milyar dînaran li bajarê Hewlêrê bê çêkirin.
Di wê ragehandina parêzgeha Hewlêrê de hatiye: Ji bo parastina jîngehê û zêdekirina rêjeya şînkatiyan, li taxa Jiyanê ya bajarê Hewlêrê, li ser rûberê 17 hezar metrên çargoşe, bi gojimê 1 milyar û 40 milyon dînaran, dê dest bi çêkirina parkeke nû bê kirin.
Wê ragehandinê amaje daye wê yekê jî ku niha hemî amadekarî hatine kirin û dê li van nêzîkan dest bi çêkirina wê parkê bê kirin.
Li gor amareke Dîwana Parêzgeha Hewlêrê, li Hewlêrê 450 park, bax û daristan hene û rêjeya şînkatiyan jî gehiştiye 19.5%.