Parêzgarên Hewlêr û Dihokê damezrandina Kurdistan24ê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê û Parêzgarê Dihokê di peyamanên cuda de, bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, pîrozbahiyê li rêveber, nivîskar, rojnamevan û karmendên Kurdistan24ê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di peyama xwe de got: “Em hêvîdar in ku we çawa her tim li ser prensîp û etîkêta rojnamegeriyê berdewam bûn, bi wê şêweyê jî ji bo pirsên niştimanî jî berdewam bin û bi heman giyanê niştimanî, rola xwe ya girîng di xizmet û pêşvebirina medyaya Kurdî de bibînin û di gihandina nûçe û zanyariyên rast de pêşeng bin.”

Ji aliyê xwe ve Parêzgarê Dihokê Elî Teter di peyama xwe de got: “Bi boneya 8. salvegera damezrandina saziya Kurdistan24ê, em ciwantirîn pîrozbahiyê arasteyî rêveber, nivîskar, rojnamevan, karmend û bînerên we dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin. Hêvîdar im hûn di gihandina peyama niştimanî û rastî û dirutiyê de, bi baştirîn şêwe bi rola xwe rabin.”

Saziya Kurdistan24ê ji bo Lêkolîn û Ragehandinê

Îro heşt sal bi ser damezrandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Kurdistan24ê di vê heyamê de wekî medyayeke profesyonal kariye bi rengekî profesyonal li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.

Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.

Kurdistan24 mafê diyarkirina dîtin û nerînan ji bo hemî pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê û deverê, bi cudahiyên hizirî û olî û mezhebî û neteweyî ve, misoger dike, herwesa berdewamiyê dide hizira serxwebûnê li Kurdistanê.

Dezgeha Kurdistan24ê li 31/10/2015ê hatiye damezrandin, bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24 di dema karkirinê de bûye çavkaniya medyayên cîhanî jî.