Berpirsê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Kurdistan24ê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Kurdistan24ê kir û bi helkefta salvegera 8ê ya damezrandina wê destegulek ji aliyê Serokwezîrî ve pêşkêşî desteya dezgeha Kurdistan24ê kir.
Sibeha îro roja Sêşemê, 31ê Cotmeha 2023ê, Berpirsê Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Şaban Çalî bi merema gehandina peyama pîrozkirinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û destxweşiyê li desteya Kurdistan24ê, serdana nivîsîngeha serekî ya dezgeha Kurdistan24ê li Hewlêrê kir û destegulek ji aliyê Serokwezîrî ve pêşkêşî desteya dezgehê kir.
Şaban Çalî bi navê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwast ku Kurdistan24 bi rengekî pîşeyî li ser erkê xwe yê ragehandinê berdewam be, ji bo hişyarkirina civakê û pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane û gehandina rastiyan li ser bingeha rastgoyî û berpirsyarîtiya neteweyî û parastina maf û destkeftên gelê Kurdistanê.
Damezrandina dezgeha Kurdistan24ê ji bo lêkolîn û ragehandinê
Îro heşt sal bi ser damezrandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê re derbaz bûn. Kurdistan24ê di vê heyamê de wekî medyayeke profesyonal kariye bi rengekî profesyonal li Kurdistanê û deverê û cîhanê nûçe û zanyaran veguhêze û roleke giring di pirsên neteweyî de hebûye.
Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a peyamnêran li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bi lez û bi rengekî bêalî li dû rûdanan diçe û lidûçûneke hûr a çirke bi çirke li ser wan mijaran heye yên ku ji bo pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê giring in, hevsengî û babetîbûn û berpirsyarîtî di romal û lidûçûnên rojnamevanî de bi cî tîne û li gor standerdên berbelav ên medyayî û etîkên rojnamevaniyê kar dike.
Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyanê, aştiyê, demokrasiyê, dadperweriyê û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda jîngehparêziyê, perwerdeyeke tendirust û bilindkirina hesta kitekesan ji bo axê û neteweyê kar dike.
Kurdistan24 mafê diyarkirina dîtin û nerînan ji bo hemî pêkhatên cuda cuda yên Kurdistanê û deverê, bi cudahiyên hizirî û olî û mezhebî û neteweyî ve, misoger dike, herwesa berdewamiyê dide hizira serxwebûnê li Kurdistanê.
Dezgeha Kurdistan24ê li 31/10/2015ê hatiye damezrandin, bi rêya kanala tilevizyonê û platformên medyaya civakî û radyoyê bizav kiriye ku bi rengekî pîşeyî û neteweyî serederiyê bi nûçe û zanyaran re bike. Kurdistan24 di dema karkirinê de bûye çavkaniya medyayên cîhanî jî.