Sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Kurdistan24, sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li rêveber, nivîskar û karmendên wê saziyê dikin û daxwaz ji Kurdistan24ê dikin ku li profesyonelî, veguhastina nûçeyên rast û durist û gihandina dengê gelê Kurdistanê bo cîhanê berdewam be.
Peyama Yekîtiya Hawerdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê
Şaxê Hewlêrê yê Yekitiya Hawerdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Saziya Kurdistan24ê bo Lêkolîn û Ragihandinê peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveber, nivîskar û karmendên Kurdistan24ê kir.
Di peyamê de hat gotin: “Bi boneya heştemîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, em pîrozbahiyê li hemû xebatkarên vê kenalê dikin û hêviya serkeftinê û pêşketina zêdetir ji bo hemû rêveber, komîteyên hunerî û karmendan dixwazin. Em hêvîdar in hûn hertim di pêşiyê de bin.”
Peyama Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê ya Soranê
Rêveberê Rewşenbîrî û Hunerê yê Soranê Yûsif Omer di peyamekê de, bi boneya 8emîn salvegera damezrandina kanala Kurdistan 24 pîrozbahiyê li Rêveberê Giştî û hemû xebatkarên kanalê dike.
Yûsif Omer dibêje: “Heşt sal kar û xebat ji bo gihandina dengê Kurdistanê bo cîhanê, ragihandina berdewam a kar û çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gihandina peyama aştiyane ya neteweya Kurd bo cîhanê, erkekî pîroze.”
Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê
Bi helkefta 8emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê, Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê pîrozbahiyê li Rêveberê Giştî û karmendên wê saziyê dike û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re dixwaze.
Amaje bi wê yekê jî kir: “Avakirina Kurdistan24ê, ne tenê di warê ragihandin û rojnamegeriyê de gaveke wêrek û girîng bû, belkî dengê rewa yê gelê me digihîne hemû cîhanê. Rûyê geş û şaristanî yê Kurdistanê bi vê kenalê li hemû cîhanê belav bûye. Hûn nimûneyeke ciwan in û em hêviya berdewamiyê ji we re dixwazin.”
Herwiha got jî: “Kurdistan24 bûye navendek giring ji bo pêgehandina bi dehan rojnamevan û medyakarên bikarîn û jêhatî ku dikarin di dema niha û paşerojê de sûda baş ji wan bê dîtin û em hêvîdar in ku di pêşerojê de zêdetir derfetên kar biafirînin û şiyana rojnamevanan bipêş bixin.”
Peyama Serokê Zanîngeha Selahedîn
Serokê Zanîngeha Selahedîn – Hewlêr Prof Kameran Yûnis Mihemed Emîn bi boneya 8emîn salvegera damezrandina Kurdistan24ê pîrozbahî li Rêveberê Giştî û karmendên Kurdistan24ê kir û hêviya serkeftin û pêşveçûna zêdetir ji wan re xwast.
Herwiha ji karmendên Kurdistan24ê re got: “Hêvîdar im hûn di gihandina nûçeyan de profesyonel, dilsoz û durist berdewam bin û her dem di xizmetkirina pirsên netewî de pêşeng bin.”