Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza nû ya Kanadayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdarê pêşwazî li Balyoza nû ya Kanadayê li Iraqê Kathy Bunka kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozbahî li destbikarbûna Balyoza Kanadayê, hêviya serkeftinê di erkê wê de xwast û piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kanada û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Balyozê Kanadayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê veberhênan, bazirganî û pevguhartina kulturî de nîşan da.

Girîngiya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, giringiya bihêzkirina sîstema federaliya Iraqê, rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê û sûdwergirtina ji ezmûna Kanadayê di vî warî de, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Fly Erbil Advertisment