Irfan Kerkûkî: Serok Barzanî herdem tekez li ser mafên Turkmenan kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parta Gelê Turkmen radigehîne ku bernameya PDKyê ji bo hilbijartinan bernameyeke tevalî ye û xizmeta tevaya pêkhatên Kerkûkê dike. Herwesa dibêje: Serok Barzanî herdem tekez li ser mafên Turkmenan kiriye.
Serokê Parta Gelê Turkmen Irfan Kerkûkî ji K24ê re ragehand ku Serok Barzanî herdem tekez li ser mafên Turkmenan kiriye û ev dîroka xwe di dilê her Turkmenekî de tomar kiriye.
Herwesa bi dilxweşî ve eşkere kir ku dilê hemî neteweyên Kerkûkê ji aliyê Serok Barzanî ve bi pêşkêşkirina baregehê Civata Serkirdetiya Kerkûk – Germiyanê ji bo zanîngeha Kerkûkê hat xweşkirin. Herwesa wî got: Herdem biryarên Serok Barzanî giring û dîrokî ne.
Irfan Kerkûkî ew yek jî berçav kir ku bernameya PDKyê ji bo civata parêzgehan li Kerkûkê armanc û hêviyên xelkê Turkmen bi cih tîne ji ber ku aştî û seqamgîriyê li Kerkûkê berqerar dike.
Biryar e ku li roja 18ê Berçileya 2023ê hilbijartinên Civatên Parêzgehên Îraqê bên kirin ku ji 2005ê ve ev gera yekê ya hilbijartinên civata parêzgehê ye li bajarê Kerkûkê dê bên kirin, ku tevaya lîst û aliyên cuda cuda yên Kerkûkê li ser 15 kursiyên civata parêzgehê hevrikiyê dikin.
Ji bo vê hilbijartinê, 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 kandîdan û ji 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê kandîdên serbixwe.