14 navçeyên Şirnexê wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatin ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – 14 navçeyên çiyayî yên parêzgeha Şirnexê, wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatin ragihand.
Parêzgeha Şirnexê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, li dorûbera çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê, 14 navçeyên çiyayî wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatin ragihand û çûnûhatin û bo wan navçeyan heta 15 rojan hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, ji 12ê Mijdarê heta 26ê Mijdara 2023an, qedexe ye ku welatî bikevin van deveran.
Navçeyên qedexekirî, di çarçoveya operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê de, berî niha gelek caran wekî Herêmên Ewlekariyê yên Taybet hatibûn ragihandin.