Mesrûr Barzanî pîrozbahiya David Cameron dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya David Cameron dike, bi helkefta wergirtina postê wezîrê derve yê Brîtanyayê.
Îro roja Duşemê, 13ê Mijdara 2023ê, bi biryara Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak, Serokwezîrê pêştir ê Brîtanyayê Cameron David wekî wezîrê derve hat destnîşankirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê pîrozbahiya David Cameron kir, bi helkefta wergirtina postê wezîrê derve yê Brîtanyayê.
Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Em çaverê ne ku ji nêzîk ve bi hev re kar bikin”.
Her îro Serokwezîrê Birîtanyayê Rishi Sunak hejmareke guhertinan di pêkhateya kabîneya xwe de kirin û Wezîra Navxwe Suella Braverman derxist. Ew yek jî ji ber helwestên tund ên Suellayê di derheqa pirsa penaberan û xwenîşandanên piştevaniya Filistînê de bû.
Paştir Nivîsîngeha Serokwezîrê Brîtanyayê ragehand ku Wezîrê Derve James Cleverly dê bibe cîgirê Bravermanê. Amaje da wê yekê jî ku Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê David Cameron dê bibe cîgirê Cleverly.
Ev Guertin di demekê de ne ku biryar e li Îlona sala bê hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê bên kirin.