Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Neteweyên Yekbûyî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Mijdarê pêşwazî li Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a bi erkê şandeya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) Volker Perthes kir.

Serokê tîmê bal kişand ser armanca serdana xwe, ku ew jî nirxandina kar û xebatên tîma şandeya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) ye.

Serokwezîr Mesûd Barzanî tekezî li pêwîstiya mana erkê UNAMI li Iraq û Herêma Kurdistanê û giringiya aktîvtirbûna rola wê ya siyasî kir, ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina kêşeyan û bidestxistina aramiya siyasî, bihêzkirina pirensîp û dezgehên demokratîk, piştgirîkirina sîstema federalî, cîbicîkirina madeyên destûrê bi taybetî madeya 140 û rêzgirtin û parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê.