Tirkiye 250 penaberên din vedigerîne Sûriyeyê

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyeyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 250 penaberên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kirin.

Li gor medyaya xwecihî, desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 550 penaberên Sûrî di deriyên Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.