10. Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Dihokê bi sponseriya Kurdistan24ê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – 10. Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi sponseriya Kurdistan24ê îro (09.12.2023) dest pê kir û Fîlmê Sahîm Omer Xelîfe “Messiyê Bexdayê” wek yekemîn fîlm hat pêşandan.

Derhênerê Kurd Mensûr Cehanî ji K24ê re ragihand, 10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi fîlmê “Messiyê Bexdayê” ya derhênerê Kurd Sahîm Omer Xelîfe dest pê kir.

Fîlmê “Messiyê Bexdayê”, berhemeke hevbeş a Belçîka, Holanda û Herêma Kurdistanê ye. Fîlm bi amadebûna derhêner û komek ji lîstikvanan li salona kongreya zanîngeha Duhokê û Sînemaya Duhok Mall tê pêşandan.

Rêvebirê Bername û Plansaziya Beşa Sînemaya Kurdî ya 10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Rewand Zeyd ragihand: “Îsal heft fîlm ji bo pişka pêşbazî û belgefîlman a festîvalê hatine hilbijartin û dê ji bo wergirtina xelata baştirîn belgefîlm, hevrikiyê bikin.”

Rewand Zeyd got ku di beşa kurtefîlman de, 12 fîlm hatine hilbijartin û dê ji bo wergirtina du xelatan hevrikiyê bikin.

Da zanîn jî, di beşa fîlmên dirêj de, 7 fîlm hatin hilbijartin û dê ji bo heft xelatên cuda hevrikiyê bikin.

Di heman demê de Rêveberê Cibicîkar ê Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa got: “Îsal 9 fîlm ji bo beşa Pêşbirka Sînemaya Cîhanî hatine hilbijartin.

Got jî: “Îsal 10 fîlm ji bo beşa pêşbirka belgefîlman hatin hilbijartin û dê ji bo baştirîn xelata belgefîlm hevrikiyê bikin.”

10emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi pêşandana 116 fîlman ji hejmarek welatên cîhanê, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê, ji 9 heta 16.12.2023an lidar dikeve.