Berdevka DEM PARTÎyê: Heftiya bê em biryarê li ser çawaniya tevlîbûna hilbijartinên şaredariyan didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tirsa windakirina dengan li hilbijartinên şaredariyan wesa kiriye ku partî û aliyên siyasî destan ji pêkanîna hevpeymaniyan bernedin, ji bo ku bikarin di piraniya şaredariyan de nûneratî hebe. Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) dibêje, dawî biryar li ser çawaniya tevlîbûna wan di hilbijartinên şaredariyan de li 16ê vê mehê tê dan û civata partiya wan wê yekê yekalî dike.
Tirsa windakirina dengan li hilbijartinên şaredariyan wesa kiriye ku partî û aliyên siyasî destan ji pêkanîna hevpeymaniyan bernedin, ji bo ku bikarin di piraniya şaredariyan de nûneratî hebe.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM PARTÎ) Ayşegul Dogan ji K24 re ragehand, pêşniyar kiriye li hemî parêzgehan bi namzedên xwe tevlî hilbijartinan bibin lê ev heta niha yekalî nebûye û dixwazin li hemî parêzgehan bi ser bikevin.
Ayşegul tekez dike, “Armanca me ya sereke ew e em li hemî deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê destkeftinên xwe mezintir bikin”.
Berdevka DEM PARTÎyê amaje da wê yekê jî ku, dixwazin careke din îradeya dengderan vegerînin û wan şaredariyan, ên ku di hilbijartinên borî de tê de serkeftî bûn û niha ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin, careke din werbigirin.
Hilbijartinên şaredariyan dê li 31ê Adara sala bê li Tirkiyeyê bên kirin, pêştir IYI Partiyê red kir ku bi CHPyê re hevpeymanîtiyê pêk bîne lê AKP û CHP heta niha dest ji xwenêzîkkirina DEM PARTÎYê bernedane, li beranberî wê yekê DEM PARTÎ dibêje, her hevpeymanîtiyeka bikin divê li bernaberî kamerayan û xelkê Tirkiyeyê be û li dijî lihevkirinên binve-binve ne ji ber ku di hilbijartinên borî de ezmûneka tehl hebû.