Kaniya Enzelê ya Diyarbekirê careke din tijî masî dibe

Diyarbekir (K24) – Li Kaniya Enzelê ya Diyarbekirê ku yek ji bermahiyên dîrokî yên bajêr e, wekî serdemên berê car din masî hatin dîtin. Berpirsên qada geştiyariya Diyarbekirê û welatî dixwazin ku ev kaniya dîrokî bê parastin û derdora wê ji bo qada geştiyariyê bê nûjenkirin.

Kaniya Enzelê, di dîroka Diyarbekirê de û di nav xelkê herêmê de xwedî cihekî taybet e. Piştî bi dehan salan, li Kaniya Enzelê car din din masî hatin dîtin ku wekî ava Enzelê, ev masî jî wekî masiyên şîfayî tên binavkirin. Berpirsên qada çand û geştiyariya Diyarbekirê bang li rayedaran dikin ku vegera masiyan, ji bo qada geştê bê bikaranîn.

Serokê Komeleya Çand, Geştiyarî û Muzîkê ya Diyarbekirê Kenan Aksu ji K24ê re got: “Di Seyahatnameya Ewliya Çelebî de di derbarê Kaniya Enzelê ango gola bi masî de agahiyên 2000 sal berê hene. Di wan agahiyan de tê gotin ku ev av û masî ji bo gelek nexweşînan derman bûne. Di cîhanê de nirxên bi vî awayê gelek kêm in. Heger ev der li gorî serdana geştiyaran bê pergalkirin, dê bi sed hezaran mirov berê xwe bidin vê kaniyê.”

Di serdemên berê de ji ber baweriya şîfayî, ji Kaniya Enzelê re Derwêşxaneya Hesen Paşa û Derwêşxaneya Derwêşan jî hatiye gotin. Lewra ji ber baweriya ku ev kanî şîfayî ye, li vê qadê mizgeft, derwêşxane û mescîd jî hebûne. Welatiyên Diyarbekirê jî dixwazin ku Enzel tenê wekî birka zarokan neyê bikaranîn.

Welatî Nûrûllah Ar: “Dikarin li vê derê tiştên baş çêbikin. Lê guh nadin vê derê. Wekî ku ev der bê xwedî be. Pergala vê derê ne xweş çêkirine. Ev der ji bo Diyarbekirê siûdeke baş e. Ango tu li tu bajarekî nabînî ku av ji navenda bajêr diherike.”

Kaniya Enzelê ya Diyarbekirê, zêdetir ji 2000 salan e diherike. Kaniya ku berê wekî ‘Gola bi masî’ jî dihat nasîn, wekî serdemên berê car din tijî masî dibe. Bi vegera masiyan, çav li rê ye ku tevkarî li geştiyariya bajêr jî bibe.