Hewlêr çi ahengan ji bo cejnên Kirîsmisê û Serê Salê nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hewlêrê radigehîne, ji ber karesatên qezaya Hemdaniyeyê û Îdareya Serbixwe ya Soranê, ku gelek welatî di her du karesatan de bûne qurbanî, û wekî rêzgirtin li canê wan qurbaniyan, parêzgeha Hewlêrê çi ahengan ji bo cejnên Kirîsmisê û Serê Salê nake.
Li dû ragehandineka parêzgeha Hewlêrê, îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi qaymeqamên Navnedê û Eynkawayê û birêveberên giştî yên Geştyariyê û Tendirustiyê û Hêzên Navxweyî û Zêrevaniyê re civiya.
Li dû wê ragehandinê, Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de amaje daye, ji ber karesata qezaya Hemdaniyeyê û rûdana agirberbûnê ya avahiyekê Îdareya Serbixwe ya Soranê ku gelek welatî di her du karesatan de mirin û birîndar bûn, herwesa wekî rêzgirtin ji bo canê wan qurbaniyan û hestê malbatên wan, parêzgeha Hewlêrê çi aheng û merasîmên fermî yên girêdayî serê sala nû nake, lê welatî azad in ku li hotel û cihên geştyarî ahengan bigêrin.
Umêd Xoşnaw amaje daye wê yekê jî ku, pêxemetî parastina ser û malên welatiyan û geştiyaran, ji bo rêgirtina li her rûdaneka nexwastî û neqanûnî, erk li ser tevaya hêzên ewlehiyê ji Polîs û Asayîş û Zêrevanî, Polîsên Hawarhatinê û Çalakiyên Medenî, Hatin û Çûn û Bergiriya Şaristanî û Tîmên Tendirustiyê parve kiriye.
Tekez jî kir ku divê li deriyan hêsankarî pêşkêşî wan geştiyaran bên kirin ên ku ji bo şeva Serê Salê tên Hewlêrê.
Parêzgerê Hewlêrê amaje daye wê yekê jî ku rê dê li wan kesan bê girtin ên ku niyet heye bêhinvedana Serê Salê bikin derfet û serpêçiyan bikin.